Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tenê çend roj bo bi dawîhatina Bercamê dem maye

13:02 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2022

Rojnameya “Süddeutsche Zeitung” (Zû Doyçê) a Almaniyayê belav kiriye ku, bi tenê çend roj bo bidawîhatina Bercamê dem maye û qedera vê lihevhatina navkî dê bi tevahî bê rohkirin.

Roja Înê 29ê Tîrmehê, Rojnameya “Süddeutsche Zeitung” (Zû Doyçê) a Almaniyayê di raporekê de belav kiriye ku, yek ji astengiyên li ser rêya zindîkirina Bercamê şerê hêz li navxweyê Îranê û berjewendiya Spaha Pasdaran e û eger heta çend rojên din Îran reşnîvîsa pêşniyarkirî wajo neke, Bercam dê bi tevahî hilweşe.

Herwisa di vê raporê de hatiye ku rejîma Îranê heta tîratiya ji sedî 60 Uraniyom meyandiye û eger qasa meyandinê zêdetir bike û bigihîne bi ji sedî 90, di çend heftiyan de dikare alavên hewce bo berhemanîna çeka navkî bi dest bixe.

Herwisa di raporê de hatiye ku Spaha Pasdaran qezencek zêde ji dorlêdana dorpêçan bi dest xistiye û serdestiya xwe li ser biryarên li derheq Bercamê sepandiye”.

Merca girîng a rejîma Îranê bo wajokirina Bercamê, derxistina navê Spaha Pasdaran ji rêzbenda girûpên terorîstî ye, lê Amerîka vê mercê erê nake.