Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji sedî 38 zêrên Îranê li parêzgeha Urmiyê berhev dibe

13:10 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2022

Kangehên zêran yên parêzgeha Urmiyê pişkek zêde di berhemanîna zêrên Îranê de he ye.

Parêzgeha Urmiyê yek ji wan parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye ku, di warê hebûna kangehan de dewlemende û salane rêjeyek zêde kanza di kangehên wê parêzgehê de tên derixistin.

Her di vê derheqê de, parêzgarê parêzgeha Urmiyê “Mihemedsadiq Mu`temêdiyan” gotiye: “Ji sedî 38 şimşên zêran yên Îranê di parêzgeha Urmiyê de berhev dibe.”

Wî karbidestê rejîmê di berdewamiyê de gotiye: “Em bi awayek micid di hewlê de neku kangehên din yên di wê parêzgehê de peyda bikin û rêjeya berhemanînê zêdetir bikin.”

Herwisa navbirî di gotinên xwe de behsa vê yekê kiriye ku, parêzgeha Urmiyê parêzgehek dewlemende lê, ew saman û sermayeya ku heyî bo wê parêzgehê nayê terxan kirin û mezaxte kirin.

Mînakek bo gotinên wî karbidestê rejîmê kangehên “Zerşûran û Aqdere” yê bajarê “Tîkab”ê ye ku zêdetir ji sedî 50 zêrên Îranê li wan kangehan de ye, lê ti qezencek û mifahek bo xelkê wî bajarî tune ye û heta rê nadin ku xelkê wî bajarî weke kedkar jî di wan kangehan de mejûl bin.

Herwisa bajarê “Tîkab”ê yek ji 31 bajarên Îranê ye ku hatiye piştguha avêtin û zêdetirîn rêjeya bêkariye heye û salane bi sedema teqînên bihêz bo derixistina kanzayan di kangehên wî bajarî de zirarek zêde di gihîjîne malên welatiyan û zêr û samanên wî bajarî jî bo bajarên Farisrûniştî yên Îranê tên şandin.