Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spasî ji dezgeha Dad a Swêdê û şermezarkirina radestkirin a terorîstê Îranê ji aliyê Parlemana Biljîkê

17:41 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2022

Sê rêkxiravên siyasî yên Opozîsiyona rejîma Îranê “Kongireya Neteweyên Îrana Federal, Yekgirtin bo Azadî û wekheviyê li Îran û Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê” di daxuyaniyekê de spasî ji biryara cezayê heta hetayî ya diplomat terorîstê rejîma Îranê “Hemîd Nûrî” ji aliyê Dezgeha Dad a Swêdê kirin û herwisa erêkirina radestkirin a terorîstên rejîma Îranê ji aliyê Parlemana Biljîkê ve şermezar kirin

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Roja Pêşncşemî 14ê Tîrmeha 2022`an beranber bi 23ê Pûşpera sala 1401`an Rojî, serokê dadgeha “Hemîd Nûrî”(Ebasî) cezayê heta hetayî li  dijî “Hemîd Nûrî”(Ebasî) îlan kir.

“Hemîd Nûrî”ku di girtîgehên “Êvîn û Goherdeşt”ê de bi bernavê “Hemîd Ebasî” tê naskirin, yek ji moreyên girîng yê rejîma Îslamiya Îranê di wan du girtîgeghan de bû, navbirî bi pileya nigehban di girtîgeha Êvînê de kete xizmeta maşîna serkut û fetisandina dengê xelkê Îranê, lê li salên ku di hundirê girtîgehê de bû, bo qahîmkirina stûnên hêza stemkar, binçavkiriyên siyasî û cudabîr îşkence kirbûn, heyamekê hevkarê celladê Êvînê “Esedullah Lacewerdî” bû û piştre li girtîgeha Goherdeştê bû bi cihgirê dadwerê cellad “Mihemed Moqeyse”(Nasiriyan) û piştre bû bi dadwer.

“Hemîd Nûrî” di kuştina girtiyên siysaî de li demsalên “Havîn û Payîz” ên sala 1367an(1988 Zayînî) ku ji aliyê “Heyeta Merg” ve hatibû encamdan, yek ji ekterên herî girîng bo kuştina zêdetir a endamên saziya“Mucahidîn, aliyên Çep û yên din bû û navbirî bi dilxwaza xwe lêxistina qamçiyan li binê piyên girtiyên siyasî yên girêdayî aliyên Çep û nimêjkirina bi zorê encam dabû.  

Nêzî 3 salan berî niha li 9ê Mijdar a sala 2018an, “Hemîd Nûrî” li balafirxaneya “Arlanda” a bajarê “Stockholm”ê paytexta Swêdê, bi pêka “Esla şiyana dadweriya navnetewî” bi tawana “encamdana cinayetên şer û kuştina bi zanebûn” bi destûra dozgerê Swêdê, ji aliyê polîs ve hate binçavkirin.

Di 92emîn civînê de ku di heyama 9 mehan de hatibûne lidarxistin, 12 karnas, pisîkolog, mamosteyên zankoyan û parêzerên navnetewî jî li derheq cinayetên kuştina bikom û bi taybet li sala 1988an de li Îranê û desthilata niha ya rejîma Îranê axivîn. “Hemîd Nûrî’ tevî 2 parêzeran çend rojan 2 an 3 caran di heyama dadgehîkirinê de wek mafê xweparêziyê derfeta berevanîkirin ji xwe hebû; navbirî komkujiya sala 1367an înkar dikir lê, bi şanaziyê ve bas ji şer di Kurdistan û beşdarbûna xwe li wan şeran de û serkutkirina Kurdan, çalakvanên Partiya Demokrat, Komele û Spaha Rizgariyê” di salên 1359an heta sala 1361an kir.

Hevwelatiyên rêzdar!

Em çavnhêrn ku “Hemîd Nûrî” ji aliyê Dezgeha Birêveberiyê ve wek alaveke ticaretê an berjewendiya ewlehî neyê bikaranîn û hevşêweyê pilana dije mirovî û li dijî mafên navnetewî ya dewleta Biljîkê ku bo şandina dîplomat-terorîstê rejîmê “Esedulah Esedî neyê kirin ku, bi tawana danîna bombe li kombûna “Îrana Azad” a Saziya Mocahidînê Xelqê Îranê” de li bajarê Parîsê li 1ê Hezîrana sala 2018an de hate binçavkirin û piştre hate dadgehîkirin û ji aliyê dadgehê ve 20 sal heps ji navbirî re hat dan û 3 hevkarên wî, yên bi navên Nesîme Ne`amî û Emîr Seidûnî bi 18 salan û Mêhrdad Arifanî bi 17 salan ceza dan, bo derbaskirina heyama binçavkirina xwe radestî Îranê bên kirin ku, ne tenê bo girtîgehê naçin, belkû bi destiyên gulan a “Olîgarşên Îslamî û îşkencegerên girtîgehan û berpirsên gendel” dê bên pêşwazîkirin.

Veguherîna bikirêgirtiyên ku bo kavilkirin, kuştin û tundtîjiyan bo welatên Ewropayê hatine şandin û digel mirovên bê tawan ku bi sedema hegerên ne siyasî serdana Îranê dikin û di Îranê de wek barimte tên binçavkirin, bi ti awayekê dadperwerane nîne.

Erêkirina vê reşnivîsê li parlemana Biljîkê, di rastiyê de berçavnegirtina wan paşhatane ku li pey vê biryarê ve dê bên kirin. Piştî erêkirina vê reşnivîsê, li Biljîk û welatên din ên Ewropayê, ew dê bibin meydana bikirêgirtî û terora dijberên siyasî yên rejîma Îranê û rewşeke ne ewleh bo wan welatan û Opozîsiyonê dê biafirîne; Bilî biryarên wiha, reftara nemicid digel Komara Îslamiya Îranê û nedadpewerane di berhevdanîna binçavkiriyan û reftarên berhevdan nekirî yên wan di girtîgehên Komara Îslamî û Ewropayê de ye.

Tevî ku em li dijî erêkirina reşnivîsên wiha li welatên pêşketiyên Ewropayê ne, paşhatên wan biryaran bo xelkê wan welatan bi metirsîdar dibînin.

Em hêvîdar in ku, bi şerê bidom û îradeya bilind a tevgerên jinan, kedkaran, malnişînkiriyan, maljidestdayiyan, bêkaran, hejaran, neteweyên bindest û … hwd, rejîma mafiyayî ku zêdetir ji 40 salan zilm û zor, cinayet û gendelî bi yekîtiya giştî li navxwe û derveyî Îran û herwisa bi yekîtiya partiyan û rêkxiravên şoreşger li Opozîsiyonê, biherifînin û pilanek nû darêjin.

Pîroz be şerê pir ji hêvî ya xelkê Îranê yê bo avakirina komarek Demokratîk û Federal

Kongireya Neteweyên Îrana Federal

Şêwreya Komarîxwazên Îranê

Yekgirtin bo azadî û wekheviyê li Îranê

Yekşemî 2`ê Gelawêja 2022`an

24ê Tîrmeha 2022`an