Wezîrê Werzêrî yê rejîma Îranê “Cewad Sadatînijad” gotiye pêka dana berhevên destpêkî, rabûna lehiyan li Îranê zêdetir ji 6 hezar milyard Tumen xisar bi werzêran xistiye.
Wezîrê Werzêrî yê rejîma Îranê “Cewad Sadatînijad” di civîna birêvebirina stada kirîzan a Wezareta Werzêriyê de digel 16 birêveberên kirîzan li parêzgehan ku bi şêwaza wêbînarî beşdar bibûn de gotiye: “Di destpêkê de texmîn hatiyekirin ku zêdetir ji 6 hezar milyard Tumen xisar di lehiyên vê dawiyê de bi beşên werzêrî ên weke “Ajel, balinde, zozançî, mêşên hingiv, baxçe û hêlên gihandina avê” xistiye.
Wî Wezîrê rejîmê daxwaz ji banka “Kişawerzî” kiriye ku, pişka deynê werzêran heta heyamekê rabigre, ew di halekê de ye ku rejîm bicihê qerebûkirina wan xisaran ji werzêran re deynê dide û bi zêdekirinek zêde bi şêwaza pişkê ji wan distîne, di hemû welatên cihanê de berewajiyê Îranê qerebûya xisaran bê beramber e.
Pêka gotina wî berpirsê rejîmê, biryar e ku bona qerbûkirina wan xisaran ji werzêrên berketî re deyna lehiyan bidin.