Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran îdi`aya şiyana birêvebirina pirojeya Îmadê dike

12:01 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2022

Spaha Pasdaran a terorîst îdi`a kiriye ku li binkeya Firoyê de şiyana aktîvkirina pirojeya Îmadê bona çê kirina çeka navkî he ye.

Pêka raporên hatinî weşandin, kanala tora civakî ya telegram ya bi navê “Bîsîmçî Medya” ya girêdayî saziyên îtlaatî yên Spasha Pasdaran a terorîst bi belav kirina hin dîmenan li binerdên navenda navkî ya Firdoyê, îdi`a kiriye ku Spaha Pasdaran santîfîyojên “A. R. 6 rêkxisitin kiriye û dikare di kêliyekê de bernameyên navkî yên xwe biguherîne bi bernamayên çekên etomî.

Di sala 1397`an “Benjamin Netanyahu” serokwezîrê wî demî yên Îsraîlê, di dema belavkirina belegeyên navkî yên navendên navkî yên rejîma Îranê ku ji aliyê Saziya Mossadê ve hatibûn birin, pirojeya Îmadê jî eşkere kiribû, lê ev piroje li sala 2013`an şûnda ti çalakiyek tunebûye.

Spaha Padaran bona pejrandina vê gotina xwe, ev zanyarî ji saziya îtilaatî ya Birîtanyayê ve girêdaye.

Pêka wan nivîsên vala yên torên civakî yên girêdayî Spaha Pasdaran a terorîst, di egera êrîşên welatên Ewropayê bo li ser navendên navkî yên rejîmê, ev dê pirojeya Îmadê birêve bibin û dikarin di kêlyekê de bernameyên navkî biguherin bi bernameyên çeka navkî.

Ev îdi`ayên Spaha Pasdaran tirs û bêçaretî mana wan ji bidawîhatina dema lihevkirina Bercamê û givaşên navneteweyî yên bona wajokirina lihevkirina Bercamê nîşan dide.