Pêka dawîn amarên Navenda Amara rejîma Îranê, di Tîrmeha Îsal de nirxa enflasiyona xal bi xal li xwarin û vexwarinan di 31 parêzgehan de bi awayê nîvincî ji sedî 87 e.
Nirxa enflasiyona xal bi xal li beşa xwarin û vexwarinan di parêzhegên “Gîlan, Tewrêz, Urmiye, Xurasan, Hemedan, Luristan, Simnan, Qezvîn û Elborz”ê de zêdetir ji sedî 90 e.
Li parêzgehên “Luristan û Elborzê” nirxa enflasiyona xal bi xal ji sedî 98 e û li parêzgeha Qezvînê jî ji sedî 99.4 e.
Parêzgeha Bûşêhrê bi ji sedî 70.9 kêmtirîn nirxa enflasiyona xal bi xal li Îranê de hebûye.
Di meha Tîrmeha Îsal de enflasiyona xal bi xal a xwarin û vexwarinê li ti parêzgehekê de kêmtir ji sedî 70 nebûye.
Bi sedema îflasa aboriya Îranê û neşiyana rejîmê bo dabînkirina mûçe û bûdceya parêzgehan û kirîza kêmanîn a bûdceya giştî, pereyên bê piştivan çap dike û bi sedema nebûna çavidêrîkirin li ser bazaran û herwisa diyarîkirina nirxan di bazaran de, ji aliyê delalên bazaran ve, rastî pirsgirêkên bê çareser li bilindbûna nirxa enflasiyonê de hatiye.
Rejîma Îranê şiyana birêvebirin û dabînkirina hewcehiyên jiyana xelkê ji dest daye.