Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Projeya avdêrî ya devera Zirêbarê piştî derbasbûna 5 salan hîn jî bidawî nehatiye

12:53 - 2 Tebax 2022

Projeya gihandina avê bo devera werzêrî ya li derdora gola “Zirêbar”ê, ji sala 1396an ve bi sedema nebûna bûdceyê, hîn jî bidawî nehatiye û tevî xercek zêde ti qezencek bo xelkê nebûye.

Pêka vê projeyê, av bi rêya boriyên avê ji çemên sînorî bo 16 hezar hiktar zeviyên dêm li bajarên “Sine, Kamiyaran û Merîvan”ê bê veguhastin û 4 hezar û 566 hiktarên dêm ên vê projeyê yên li devera Merîvanêye ku hezar û 600 hiktarên wî erdê dêm li devera gola Zirêbar de ye.

Her di vê derheqê de birêveberê karûbarên Teknîkî û Endazyariya Wezareta Werzêrî li parêzgeha Sineyê “Fîrûz Ehmedî” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “IRNA”yê de gotiye: “Girîngtirîn sedema bi dawînehatina wê projeyê, cîbicînebûna kar ya beşa kompaniya dabeşkirina berqê û nebûna budceyê ye”.

Herwisa navbirê gotiye: “Bo bi dawîhatina projeyê li bajarê Merîwanê 30 milyard Tumen pere hewce ye ku 9 milyard û 500 milyon Tumen pere jî bo devera gola Zirêbarê ye”.

Rejîma Îranê bi sedema gendeliya sîstematîk nikare projeyên avedanî û werzêriyê bi serastî bidawî bîne û projeyên bidawî hatî jî standard nînin û alavên sexte û bê kalîte hatine bikaranîn.