Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 10 salên derbasbûyî de ji sedî 32 dahata xelkê kêm bûye

10:31 - 21 Tebax 2022

Cihgirê Wezîrê Aborî yê Îranê “Mihemedhadî Sobhaniyan” gotiye ku, dahata xelkê Îranê di 10 salên derbasbûyî de ji sedî 32 kêm bûye.

Pêka rapora Nûçegihaniya “IRNA” a girêdayî rejîmê, Cihgirê Wezîrê Aborî yê Îranê “Mihemedhadî Sonhaniyan” gotiye ku, di heyama 10 salên derbasbûyî heta niha dahata xelkê ji sedî 32 kêm bûye û bi wî awayî ji şiyana kirîna hewcehiyan a xelkê bi awak beçav kêm bûye, gotina wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku enflasiyon çend qatan zêdetir ji 10 salan berî niha ye û nirxa hewcehiyan bi 10an hember zêdetir bûyne.

Di sala 1399an a Rojî de Karnasê Aborî “Mûsa Şehbazî” gotibû ku, tenê li sala 1390î heta sala 1398an, dahata seraneya Îranê ji sedî 34 kêm bûye.

Herwisa Banka Navendî ya rejîma Îranê jî di îdiayek çewt de gotibû, geşeya aborî di sala 1400an de ji sedî 4.4 e û “Navenda Amar a Îranê” jî ew amar ji sedî 4.3 dabû zanîn.

Gotinên çewt yên li derheq geşeya aborî ji aliyekê û amarên cur bi cur ên navendên vê rejîmê didin xuya ku amara serast a daketina dahata xelkê Îranê gelek zêdetir ji amarên belavbûyî ye û banka navendê bê piştevan pere çap kiriye.

Pêka gotina Birêveberê Giştî yê karûbarê Bankî û Bîmeya Wezareta Aborî “Qurban Iskenderî”, “Di 3 mehên destpêka îsal de her rojê 3 hezar milyard Tumen nexdînigî di Îranê de zêde bûye”û ew jî bi wateya enflasiyona zêdetir û daketina şiyana kirîn a xelkê ye.