Li bajarê Mardîn a li Bakûrê Kurdistanê di bûyerek trafîkê de 29 welatî birîndar bûn û nêzî 16 welatiyên din jî canê xwe ji dest dan.
Pêka rapora Nûçegihaniya “RT Arabic” (Rûs El-Yem), Wezîrê Tendrustiyê yê Tirkiyê “Fexredîn Koca” gotiye, di vê bûyera trafîkê ya li bajarê Dîrîk a ser bi parêzgeha Madrînê ya li Başûrê rojhilatê Tirkiyê de ku, maşîneke barhilgirdi nav cihê bazarê dikeve, 16 welatiyan canê xwe ji dest dan û 29 welatiyên din jî birîndar bûn e.
Lê, kanala Nûçegihaniya “Al-Arabia”yê, hejmara can jidestdayên wê bûyerê 30 kes û birîndar jî 45 kes rahandiye û sebeba wê jî kûrahiya birînan daye zanîn.
Herwisa “Fexredîn Koca”: Li ser tora civakî ya “twitter” ya xwe, sebeba vê bûyera dilgiran, têkçûna sîstema frenên manşîna barhilgir ragihandiye.
Li bajarê “Entab” ya Tirkiyê de dîsan, her di bûyereke trafîkê de ku tîmên hawarhatinê û polîsê hatinûçûnê ku mejûlî rizgarkirina qorbaniyên bûyerek trafîkê li ser rêya “Tartos bo Edena”yê bûn, her di vê demê de dîsan maşînek rivînghilgir dikeve nav bûyerê û di encamê de 16 welatî demldest canê xwe ji dest didin û 21 welatiyên din jî birîndar dibin.
Li gor ragihandinên Tirkiyê, di du bûyerêln cuda yên trafîkê yên li parêzgerhên, Mardîn û “Entab” de ku li 20`ê Tebaxê qewmîne, aliyê kêm 32 kesan canê xwe ji dest dane û 50 kesên din jî birîndar bûne û rewşa 16 birîndarên wan bûyeran jî nebaş hatiye ragihandin.
Pêka ragihndina Wezareta Tendrustiya Tirkiyê hejmara birîndaran ber bi zêdebûn ye.