Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgehên parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê, 7 hevwelatiyên “Belûç” hatin bidarvekirin

12:23 - 21 Tebax 2022

7 hevwelatiyên “Belûç” ku bi tawana kuştina bizanebûn û kirînûfirotina madeyên hişber hatibûn binçavkirin, di girtîgehên parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê de hatin bidarvekirin.

Pêka rapora “Kempeyna Çalakvanên Belûç” roja Şemî 20`ê Tebaxê, 7 hevwelatiyên Belûç ku bi tawana kirîn û firotina madeyên hişber û kuştina bizanebûn ew heyama çendîn salan bû di girtîgehê de bûn, roja derbasbûyî di girtîgehên bajarên “Zahidan, Îranşar, Zabul û Serawan”ê de hatin bidarvekirin.

2 ji hevwelatiyên bidarvekirî bi tawana kuştina bizanebûn hatibûn binçavkirin û 5 hevwelatiyên din jî bi tawana kirîn û frotina madeyên hişber.

Herwisa hatiye ragihandin ku, digel wan 7 kesan 2 kesên din jî bona cîbicîkirina cezayê bidarvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha bajarê “Zabul”ê hatine veguhastin, lê heta niha ti zanyariyek serrast li derheq bidarvekirina wan ji ber dest de nîne.

Di sala 2021`an heta niha 314 kes di girtîgehên rejîma Îranê de hatine bidarvekirin, û Saziya Lêborîna Navnetewî” jî di rapora xwe ya salane de belav kiribû ku rejîma Îranê li sala 2017`an heta niha zêdetirîn rêjeya bidarvekirinê di cîhanê de hebûye.