Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa siyasiya Îraqê aloztir bûye

12:39 - 21 Tebax 2022

Alozî di navbera Muqteda Sedir û girûpên Şî`e meseb yên girêdayî rejîma Îranê zêdetir bûye û Muqteda Sedir bi eşkere ragihandiye ku digel kesên ku hewla kuştina wî didin danûstandinê nake.

Bi sedema dijayetiya girûpên Şi`e meseb yên girêdayî rejîma Îranê digel rewta “Sedir” kirîza siyasî û aloziyek zêde li Îraqê heye û alîgirên Muqteda Sedir kombûnên xwe didomîn û nebûna hevahengî di navbera wan herdu rewtan de bûye sedem ku hilbijartina serokwezîriya Îraqê bisekine.

Girûpên Şî`e meseb yên girêdayî rejîma Îranê kesek ê bi navê “Mihemed Şiya`i Sûdanî” ku kesekî girêdayê rejîma Îranê ye, bo serokweziriya Îraqê pêşniyar kirine lê Muqteda Sedir ku Serokê rewta Sedir e bi tundî li dijî her cure destêverdaneke rejîma Îranê di Îraqê de ye û amade nîne kesekî girêdayê rejîma Îranê bibe serokwezîrê Îraqê.

Moqteda Sedir bi rohnî gotiye: “Bi ti awayekî amade ninim digel gendelan û kesên ku hewla kuştina min didin danûstandinê bikim.

Herwisa rû bi tev aliyan gotiye: “Li benda pêngava bê ya me bin”.

Rewta Sedir sedema hemû reşrojiya gelê Îraqê, bi destêverdanên rejîma Îranê dizane, lewma li dijî tev berpirsên gendel û yên girêdayî rejîma Îranê ye.