Kesayetiyê naskirî yê Başûrê Kurdistanê “Mihemedemîn Pênciwînî” bi hilkefta yekgirtina herdu aliyên Demokratan peyemeke pîrozbahiyê bo PDKÎ şand.
Deqa peyama navbirî wiha ye:
Me her zû gotibû ku balinde bi basikekê nafire
Bi dilxweşî û hestek nîştimanî ve nûçeya yekgirtina herdu aliyên Demokratan me bihîst. Hêvîdarim ku ew yekgirtin bibe sedema dariştina siyasetek serast a neteweya demokratîk bo bi pêşxistina doza Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û bibe mînakek berçav bo wan partî û hêzan ku bi sedema cudahiya aliyan, rastî şikestên mezin ên siyasî û rêkxistinê hatine.
Rêzdaran, tenê wekheviya navxweyî û sazana tev hêzên Kurdistanî dê me bigihîne armanca me ya bingehîn, ew jî yekîtiya netewî û gotara siyasî ye ku, di vê qonaxa dîrokî de siyaseta herêmî û navneteweyî li ser tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd sepandiye û ev yek wiha dibe ku bi cihê şêwirmendîkirin digel dagîrkeran, bila pirsê ji xwe bikin.
Pirozbahiya tev wekhevî û hewldan bo yekîtî û sazana netewiya Kurdistanê dikin.
“Mihemedemîn Pênciwînî”