Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Giştî yê PAKê Mistafa Ozçelîk peyameke pîrozbahiyê ji birêzan Mistefa Hicrî û Xalid Ezîzî re şand

11:24 - 22 Tebax 2022

Birêz Mistefa Hicrî

Birêz Xalid Ezîzî

Birayên Birêz

Îro em dilxweşiyeke mezin bi dawîn qonaxa yekgirtina herdu aliyên Hizba Demokrat agehdar bûn. We herdu aliyan di merasimeke girseyî de rêkeftina hevgirtinê wajo kir(îmze kr) û ji niha û şûnde li jêr navê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, hûnê xebat û tekoşîna doza azadiya gelê me bimeşînin û em bawer dikin ku bi vê gavê hûnê roleke dîrokî bilihîzin.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir, endam û alîgirên Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) cenabê we û hemû xwîşk û birayên xwe yên xebatkar û tekoşerên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, pîroz dikim û em dê her piştgir û alîkarên doza we ya rewa bin.

Bi rêz û silavên xwe yên birayane.

21.08.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê