Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama 70 rojan de 8 kedkaran hewla xwekujiyê dan

18:49 - 2 Tebax 2022

Ji meha Cozerdana îsal heta niha, bi sedema pirsgirêkên derbazî û rewşa xirab a derfetên kar, 8 kedkaran ji rêya xwe şewitandinê hewla xwekujiyê dane.

Pêka gotina malpera “Esrê Îran”ê, sedema xwe şewitandina wan 8 kedkaran, vedigere bo, hebûna deyn, derxistin li ser kar, bê çarenivîsî, daxwazkariyên bê bersiv û nebûna dahata hewce bo jiyanê.

Hêjayê basê ye ku, roja Sêşemî 11`ê Gelawêjê, li çend bajarên Îranê kedkaran kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Her di vê derheqê de, kedkarên “Fûlada Ehwazê” ev heyama 8 rojane ku di xwenîşandanan de berdewam in. 

Siloganên ku kedkarên “Fûlada Ehwazê” yên li dijî sîstema gendel a rejîma Îranê didan wiha bûn: Kedkar can dide lê bindestiyê qebûl nake.

Li devere Mirgewer ya girêdayî bajarê Urmiyê jî pêka nûçeyên ku li ser torên civakî û rûpelên taybet bi devera Mirgewer ku hatine belavkirin, kedkarên demsalî yên wê deverê jî li derheq kêmbûna heqdestê xwe nerazîbûna xwe nîşan dan û gotine em di bin germahiya demsala Havînê de dixebitin tevî vê ku heqdestê me kême û têra derbasiya me nake lê, ha heyî jî serkedkar pişikekê ji vê ji xwe radikin.

Herwisa li bajarê “Qurwe” jî kedkaran xizmetguzariyên bajarvanî yên wî bajarî li derheq wernegirtina heqdestê du mehên “Cozerdan û Pûşper”ê nerzîbûna xwe nîşandane û serdana navendên pêwendîdar kirinê, lê ti bersivek ji wan re nehatiye.

Bilindbûna nirxan a kelûpelan li Îranê bandorek nerênî li ser jiyana xelkên kêmdahat daniye û rejîma Îranê jî ti pêngavek bona çareser kirina rewşa dijwar ya jiyana xelkê nahavêtiye.