Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqînek bihêz di sazgeha Firû Aliyaj a bajarê Ezna li Luristanê qewimiye

11:45 - 22 Tebax 2022

Sazgeha Firû Aliyaj a “Mo`imin Abad” a bajarê “Ezna” li parêzgeha Luristanê bi sedemek nexuya teqiya ye û 9 kes bi sedema hêza şîpela teqînê tûşî pirsgirêkan bûne.

Her di vê derheqê de berpirsê Ojansa Pêşnexweşxaneyî yê Luristanê “Mehdî Xêybî” gotiye ku derbpêketiyên vê teqînê 9 kes in û şewat û şikestin di laşê wan de nîne û bi sedema menca teqînê tûşî pirsgirêkan bûne û asta derbpêketina wan kêm bûye û bo nexweşxaneya “Ezna”yê hatine veguhastin.

herwisa berpirsê pêwendiyên giştî yê nexweşxaneya “Îmam Elî”, “Rûhllah Mîrnezerî” gotiye ku 8 kes ji berketiyên wê teqînê ji nexweşxaneyê mirexes bûne û yek jî ku bo nexweşxaneya “Çemran” hatiye veguhastin, rewşa wî baş e”.

Ragihandinên rejîmê ti basek ji sedema teqîna di vê sazgeha Pola de nakin û şik û guman li ser sedema vê teqînê heye.