Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê bi şandina peyamek fermî pîrzbahiya yekgirtina herdu aliyên Demokratan kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Rêzdar: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Li ser navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, yekgirtina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê pîroz dikin û bi gaveke girîng û dîrokî dibînin, destxweşiyê li rêberayetiya we ya xebatkar dikin û herwisa pîrozbahiyên xwe yên gerim pêşkêşî binemalên qedirgiran yên şehîdan, pêşmergên qehreman, zindaniyên siyasî, endam û alîgirên Hizba we ya xebatkar dikin.
Mizgîniya yekgirtina demokrat dilê her kurdekî xweş kir, û em di wê baweriyê de ne ku wê kartêkirinek girîng ya vê yekgirtinê li xebata gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hebe, û hêvîxwazin ku pêvajoya yekgirtinê serbikeve û herwiha çanda yekgirtin û yekrêziyê di nav tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de bihêz û qahîmtir bibe.
Qamişlo 22.08.2022
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya