Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê “KNK” li derheq yekgirtina herdu aliyên Partiya Demokratan peyameke pîrozbahiyê bo vê partiyê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Peyama pîrozbahiyê ji bo hevgirtina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekreterê Giştî yê HDK-Îran birêz Mistefa Hicrî;
Bi dilxweşiyek mezin, me nûçeya hevgirtina yekcarî ya refên Hizba Demokrat bihîst. Di demekê de ku gef û êrişên herdu alî li ser tevgera azadîxwaza Kurdistanê hene, bersiva herî rast ji bo vê qonaxa hestyar hevgirtina hêzên Kurdistanî ye.
Îro, hevdem di gel pêşmerge, endam û alîgirên partiya we, hemû xelkê Kurdistanê dilxweşe, ku we pêvajoya diyalogê bi serketin gihand encamê. Ji bo hêzên siyasî jî, ev pêngav divê weke destkevtek hevpar bê temaşe kirin. Ji ber ku çi qas pirsgirêkên navxweyî bêne çareser kirin, hin qas hêvî û derfetên serketinê zêde dibin.
Birêzan;
Bi salane dijminên neteweya Kurd, pirsgirêkên navxweyî, yên partî û hêzên Kurdistanî bikar tînin ku yekitî û hevbendiyek neteweyî li Kurdistanê ava nebe. Dijminên me tu carî naxwazin ku hêzên me hevgirtî û partiyên me dost û piştevanên hev bin. Hevgirtina dubare ya Hizba Demokrat, carek din nîşan da ku ji bo çareserkirina netifaqî û pirsên hundir, rêya herî serketî diyalog û li hev hatine.
Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNKê, ligel pîroz kirina vê pêngava girîng û pêwîst, em ji bo we û têkoşîna we ya bi nirx, serketinê dizwazin.
Silav û rêz
Hevserokên KNKê
Zeyneb Morad & Ahmed Karamus
22.08.2022