Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye peyamek pîrozbahiyê bo PDKÎ şand

12:21 - 23 Tebax 2022

Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye li derheq yekgirtina herdu aliyên Demokratan peyameke pîrozbahiyê Bbo Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê şand.

Deqa peyamê wiha ye:

Birayên hêja li serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, kadir, pêşmerge û cemawerên Partiyê

wek Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye, me nûçeya yekgirtina Partiya we bi kêf û coşeke zêde bihîst, em xebat û qurbanîdanên we li dijî rejîma Îranê bilind dinirxînin ji destpêka damezirandina Partiya we di sala 1945`an û heta niha.

Bi vê yekgirtinê partiya bira hêz û baweriya cemawerên xwe vegerand û xweşî xiste canê serkirdeyên şehîd, Şehîd “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” û Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî û herwiha canê avakerê Komara Kurdistanê şehîd Qazî Mihemed û hemû şehîdên Partiyê.

Birayên hêja

Pîrozbahiyên xwe ji bo kar û xebatên we li derheq pêkanîna vê yekgirtinê dubare dikin û silav û rêzgirtinên me yên taybet ji bo herdu birêzan Mistefa Hicrî û Xalid Ezîzî hene ku roleke mezin di vê yekgirtinê de hebûn.

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye

22`ê Tebax a sala 2022`an