Saziya Xebat li derheq yekgirtina herdu aliyên Partiya Demokratan peyameke pîrozbahiyê bo Partiya Demokrat şand
Deqa peyamê wiha ye:
Pêka daxuyaniya hevpar a herdu aliyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îran û Partiya Demokrat a Kurdistanê, di rêûresmeke hevpar de yekgirtina xwe di çarçoveya yek Partiyê de bo raya giştî ragihand.
Saziya Xebat a Kurdistana Îranê pîrozbahiya gerim pêşkêşî herdu aliyên Partiya Demokrat dike.
Saziya Xebat daxwazkare ku wekhevî û yekîtî û hevqebûlkirin û piloralizmê di navbera hêzên tevgera mafxwazaneya xelkê Kurdistana Îranê bi awayek micid bê berçavgirtin.
Saziya Xebat wisa hizr dike ku armanca bingehîn a hemû aliyan li meydana tevgera mafxwazaneya Kurdistanê û hêzên seranserî yên şoreşgerên Îranê de, xebata pêdagîr li hember rejîma axundiya Îranê û avakirina hikûmetek demokratîk di Îranê de û gihîştin bi mafên xelkê Kurdistana Îranê de be.
Saziya Xebat a Kurdistana Îranê
Komîteya Navendî
31`ê Gelawêjê- 22`ê Tebaxa 2022`an