Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa Îraqê her diçe aloztir dibe

12:33 - 3 Tebax 2022

Piştî aloziyên ku li Bexdayê hatinî pêş, û alîgirên Sedr çûne nav Parlemana Îraqê, alîgirên hinek ji girûpên rikeber ên Sedir jî, bi çek û cebirxane derkevtin û ev nîgeraniya he ye ku rewş xirabtir be.

Roja Sêşemiyê 2 yê Tebaxê piştî vê ku nîgeraniya zêdetir hate pêş ku egera qewmîna şer û pevçûnê di navbera alîgirên Sedir û aliyên çarçêveya hevahengiyê de bê pêş, Mistefa Kazimî Serokwezîrê karbirêkere yê Îraqê di peyamekê de daxwaz ji hemî aliyekê kir ku dawiyê bi aloziyan û nîşandana hêza xwe bînin û her tişt dikare ji riya diyalog û aştiyane were çareser kirin.

Mistefa Kazimî herwisa daxwaz ji alîgirên Sedir kir ku ji Parleman û herêma Kesk derkevin, û ji hêzên çekdar û polîsên ewlehiyê xwast ku dest ji tundûtîjiya bi dijî xwenîşanderan biparêzin û çekê li hember wan de bikar ne înin.

Pêş wê peyam û daxwaza Kazimî, Serokê Herêma Kurdistanê jî, Nêçîrwan Barizanî daxwaz ji hemî aliyên rikeber yên di nav Îraqê de kiribû ku bi armanca dawî pêanîna bi aloziyan û çareseriya aştiyane, Hewlêr dikare amadekariya mêvandariya hemî aliyekê bike ji bona rûniştin û çareseriya aştiyane ya kêşên di navbera aliyan de.

Herçiqas hinek ji girûpên di nav hevpeymaniya hewahengiyê de pêşwazî ji vê daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê kirin, lê heya niha Sedr û alîgirên xwe tu bersivekî erênî nedane.