Partiya Demokratîk Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê bi şandina peyamekê fermî pîrozbahiya yekgirtina her du aliyê Demokratan kir.
Berêz: Mistefa Hicirî Sekretêrê Giştî yê “PDKΔ
Berêzan: Endamên serkirdayetî û hemû kadr û pêşmerge û malbatên şehîdan
Silav û rêz:
Bi boneya ragihandina yekxistina Partiya we ya xebatkar û têkoşer a PDKÎ, em bi navê Deftera Siyasî ya Partiya xwe “Partiya Demokratîk Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê” bi dil germî we û hemû endam û alîgirên vê partiya bira pîroz dikin û hêviya serkeftinê ji têkoşîna were dixwazin.
Bi rastî îro bi vê nûçeya giranbeha we dilê miletê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê geş kiriye, nûçeya yekxistina rêzên PDKÎ, di demekê de ev yekxistin hatiye ragihandin ku tevgera Kurdî û Kurdistanî di nav pencê diyardeya parçebûnê de dinalîne, ev gava we ya dîrokî û pîroz dilê xebatkarên riya azadiyê li her deverekê şad kiriye, her wiha we canê şehîdên doza miletê Kurd jî sax û zîndû kiriye.
Hêvîdarin ku yekbûna we bibe nimûneyek dilxweşker ji bo yekrêziya tevgera Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê.
Her serkeftî û serfiraz bin.
Qamîşlo 22.8.2022
Deftera Siyasî ya Partiya Demokratîk Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê