Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê peyama pîrozbahiyê bo Hizba Demokrat şand

11:27 - 24 Tebax 2022

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi hilkefta yekgirtina herdu aliyên Demokratan peyama pîrzbahiyê bo Hizba Demokrat şand.

Deqa peyamê wiha ye:

Hevalan, sekreter û endamên herdu aliyên Hizba Demokrat a Kurdistanê- Bira

Tevî rêz û silav:

Nûçeya yekgirtina herdu aliyên Hizba Demokrat a Kurdistanê cihê dilxweşiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye û cihê dilgiraniya dagîrkeran e.

Bi vê hilkefta pîroz û dilxweşker, germtirîn pîrozbahiyê bo we dişînin, bi hêviya vê ku partiyên din ên beşên din ên Kurdistanê qazancê ji vê ezmûnê bikin bo yekrêziya tevgera azadîxwaziya gelê me di parçeyên din ên Kurdistanê de.

Dubare pîroz e yekbûna herdu Partiyên bira

Mehmûd Mihemed, endamê Deftera Siyasî yê PYDKS