Serokê Bizava Aştiya Navxweyî-BAN Dr. “Mûsa Keval” bi hilkefta yekgirtina herdu aliyên Demokratan peyama pîrozbahiyê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Nama pîrozbahiyê ji bo berêzan, cenabê Mistefa Hicrî Lêpirsyarê giştî û cenabê Xalid Ezizî, Berdevkê, Hizba Demokrat a Kurdistana Iranê.
Berêzan ez binavê xwe, bi navê Desteya Serokatiya Bizava Aştiya Navxweyî-BAN û hemû endamên wê li Kurdistanê û li derveyî welat, silav û rêzên taybet ji bo cenabê we pêşkêş dikim.
Me bi keyfxweşiyeka mezin daxuyaniya hevbeş a Hizba Demokrat a Kurdistanê û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di derbarê yekbûna wan de xwand. We yên rêzdar piştî parçebûna sala 2006`an biryareke pîroz girt û carek din bûn yek partî.
Hizba Demokrat a Kurdistanê, giringiyeke mazin û mêjveyî di dîroka hemû Kurdistanê de, bi taybet bo Rojhilatê welatê me heye. Yekkirina wê bextewariyeke mezin bo me û bo hemû gelê Kurdistanê çêkir. Bi vê delîvê, we hêviyên hemû gelê Kurdistanê û hêviyên me jî weku Bizava Aştiya Navxweyî-BAN bi cih anîn, pêngaveke tarixî havêt û nimûneyeke zindî ji bo hemû partiyên Kurdistanî peydakir. Em hêvîdarin ku partiyên din, li her çar parçeyên Kurdistanê pêngavên mîna we bihavêjin.
Bi vê delîvê, em vê yekîtiyê, berê li we yên berêz, rêveberên kevin yên herdu partiyan û li rêveberên nû yên partiya yekgirtî, herwisa li hemû gelê Kurdistanê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê ji dil û can ve pîroz dikim, hêviya serkeftina Hiziba Demokrat a yekgirtî dikim û hêvîdarim ku her serkefî be, hemû armanc û hêviyên gelê Kurdistanê bi cih bîne.
Em bang li hemû partiyên Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku, yekîtiyeke siyasî û stratîjîk di nav xwe de, ava bikin. Herwisa em hêvîdarin ku partiyên her çar parçeyan jî, tebahiyeke giştî û stratîjîya netewî (di bin her navekê de be bila bibe), di nav xwe de zû ava bikin.
Bijît Kurdistan, bijît yekîtiya netewîya Kurdan.
Dr. Mûsa Kaval, Serokê Bizava Aştiya Navxweyî-BAN.
Fransa li 21.08.2022