Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya Partiya Wekhevî Demokrat a Kurd li Sûriyê

11:56 - 24 Tebax 2022

Partiya Wekhevî Demokrat a Kurdî li Sûriyê bi şandina peyamek fermî, yekgirtina herdu aliyên Demokratan li Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê pîroz kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Hevalê hêja Mistefa Hicrî.

Hevalê hêja Xalid Ezîzî.

Berêzan endamên serkirdayetiya herdu aliyan

Bi helkeftina yekbûna herdu aliyên “PDKÎ, PDK” ez bi navê xwe û navê Komîteya Navendî ya Partiya Wekhevî Demokrat a Kurdî li Sûriyê pîrozbayek germ arasteyî we hemûyan û hemû heval, hogir û cemawerên herdu aliyên partiyê dikim û pîrozbahiya gelê Kurd dikim, em hêvîdarin ku ev gava we xebata we û endamên partiya we û gelê Kurd bi hêztir bike, ji bo cîbicîkirina mafên netewî û demokratîk yên gelê Kurd li Kurdistana Rojhilatê.

Serkeftinê ji bo we dixwazin digel silav û rêzên gerim.

Birayê we Neemet Daûd

Sekreterê Partiya Wekhevî  Demkrat a Kurdî li Sûriyê

Qamişlo. Sûrye