Bi keyfxweşî ve em agehdar bûn ku yekgirtina herdu aliyên Hizba Demokrat gihîşte encamê û dawî qonaxa yekgirtina Hizba Demokrat bi koratiya çavên dujminên xwînxar ên gelê Kurd bi serbilindî gihîşte encamê.
Di rewşa îro ya dever û cîhanê de yekîtî mezintirîn piştevanê pêşkevtina tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd e. Hewla pîroza we derbek kûr bi rejîma dagîrkera Îranê ye. Em Yekîtiya we qehremanên Kurdistanê pîroz dikin, yekîtiya we dilê hemû kurdên welatparêz û riha tev şehîdên Kurd û Kurdistanê şa kir.
Hêvîdarin ku yekgirtina ve bibe mînak bo tev aliyan ku bi danûstandin, jihev pirsîn, rêzgirtin ji hizran û girîngtirbûna berjewendiya gelê Kurd ji hemû berjewendiyên kesî û aliyan, xizmetê bi gelê xwe bikin û serbikevin.
Di dawiyê de spasî ji hewlên herdu aliyên Hizba Demokrat dikin ku di hewlek micid û bi dom de, ev yekgirtina girîng gihandin encamê.
Bijî Kurd û Kurdistan
Malbata Simkoyê Şikak
22ê Tebaxê sala 2022