Di bajarê Mehabadê de endamên çalak ên Hizba Demokrat bi hilkefta yekgirtina refên Hizba Demokrat, peyamek pîrozbahiyê belav kirin.
Pêroz be yekgirtin, remza serkevtinê ye
Yekgirtina malbata mezin a Hizba Demokrat li rêberatiya Hizba Demokrat, malbatên şehîdan, endam û alîgiran, Pêşmergeyên Çiya û Bajar û tev xelkê xwedîşeref ên Kurdistanê pîroz dikin.
Destxweşî li Hizba Demokrat dikin ku bi wî şêwazî malbatên şehîdan dilxweş kirin. Em jî li nêzîk ve şahidê dilxweşiya gelek zêde ya xelkê Kurdistanê bi taybet malbatên serbilind ên şehîdan bûn ku bi yekgirtina refên Hizbê, hêvî û hêzeke nû peyda kirin û xelk bi giştî bi vê yekgirtinê keyfxweş e û we dujmin rûreş û bêhêvî kir.
Hêvîdar in ya ku em nêzî hev kirine, her ew bibe hêvînê wekheviyê bo gihîştin bi armancên rêberên şehîd Qazî, Qasimlo û Şerefkendî û tev şehîdan. Em dubare dikin ku bo her erkek ku Hizba Demokrat bi me bispêre bi dil û can em amade ne. Bi hêviya serkevtina gel û herifandina koşka zordariyê
Endamên Hizba Demokrat li bajarê Mehabadê