Rêkxirava Mucahidînê Xelqê Îranê li ser malpera fermî ya xwe, peyama pîrozbahiya yekgirtina herdu aliyên Hizba Demokratan belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Rêkxirava Mucahidînê Xelqê Îranê pîrozbahî li yekgirtina Hizba Demokrat dike û hêviya serkevtin li xebata yekgirtiya pêşmergeyên Hizba Demokrat bo herifandina rejîma Wilayeta Feqîh û sînordarkirinên berê digel dîktatorên şêx û şah di çarçoveya Îraneke yekparçe û Demokrat de dixwaze.