Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekgirtina Hizba Demokrat û destpêka qonaxeke nû li têkoşîn û xebatê

13:26 - 24 Tebax 2022

Daxuyaniya hevpar

Yekgirtina Hizba Demokrat, destpêka qonaxeke nû li têkoşîn û xebatê

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Xelkê azadîxwaz yê Kurdistanê!

Partî, sazî û kesayetiyên dost!

Têkoşer, endam û tev dilsozên Hizba Demokrat

Bi kêfxweşî û şanaziyê ve em radigihînin ku derencamên gotûbêjên di navbera rêberatiya PDKÎ û PDK de gihîşt bi encama dixwaz û yekgirtina Hizba Demokratê lê kevt.

Demekê li Sermaweza sala 1385`a (Kanûna Pêşîn s 2006`an), PDKÎ li dirêjahiya netebahiyên navxweyî de, rastî lihev veqetiyan û codabûnê hat, ew bûyera şîpelek mezin li nîgeranî û xembariya koma xelkê Kurdistanê, sazî û kesayetiyên dost û dilsozên vê Hizbê li pey xwe anî.

Herçend ku xortên Demokrat di heyama zêdetir ji 15 salên derbasbûyî de bi ser du partiyên cuda de parve bibûn, lê xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ti demî ev cudabûna bi erênî nezanî û bifermî na nekir. Ti demî li rexnekirin û serkonekirina xortên Demokratên xwe dudil nekirin. Ti demî jî bi givaşxistin li ser rêberan û têkoşerên herdu aliyên Demokratan û bibîranîna hewcehiya yekgirtinê, mandi û bêhêvî nebûn. Wan di nav tundûtîjî û gefên dezgehên serkutkerên rejîma Îslamiya Îranê de di her hilkeft û derfetekê de bo nîşandana daxwaziya yekgirtin û yekgirtinxwaziya xwe mifah jê vergirtin û selimandin ku Hizba Demokrat, li cem rêber û têkoşerên vê partiyê, emanet û sermayeya xebata xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û qebûl nakin ku ew emanet û sermaye ji vê zêdetir bi du parçeyî û dûr ji hev bimîne. Xuya ye ku Partiyên dost ên berêye Hizba demokrat li Îran û beşên din ên Kurdistanê û gelek ji kesayetiyên xebatkar û azadîxwazan jî bi dom handerê danûstandin, rêkkevtin û yekgirtina du aliyên Demokrat bûn. Bi keyfxweşiyê ve li nav rêberatî, têkoşeran û endamên her du aliyên Demojkratê de jî yekgirtina Demokratan ne tenê wek egerek, belkî wek armancekê, ti carê nehate vêdedanê û jibîrkirin û daxwaziya yekgirtin û hizra yekgirtinxwaziyê bi derbasbûna salan, ne tenê kêm reng nebû, belkî sal bi salê zêdetir geşe kir.

Îro Hizba Demokrat bi bidestxistina yekgirtina xwe, qonaxek nexweş a dîroka xwe bidawî anî. Di heyama salên jihevcudabûnê de, herdu aliyên Hizba Demokrat di piraniya meydanên tekoşînê de xuya û çalak bûn. Piştî çendîn salan dûr man û ji hevcudabûna nejdilî xelkê û pêşmergeyan, carek din xelkê Rojhilatê Kurdistanê şahîdê amadebûna pêşmergeyên Demokrat û cangorîkirina xortên xwe li berxwedaniya bi dijî hêzên serkutker bûn. Piştevaniya çalakvanên medenî li navxwe û piştevaniya xelkê bêzarbûyî ji bêmafî, zilm û serkuta Komara Îslamiya Îranê, di gotara siyaset û tekoşîna vê qonaxa Demokratan de girîngiyek taybet pê hat dan. Di meydana dîplomasî û pêywendiyên navneteweyî de di meydana pêywendiyên Kurdistan û Îran de, herdu Hizban hewl dan bi dora xwe nûneratiya daxwaz û çavnhêriya xelkê Rojhilatê Kurdistanê bikin. Di warê ragihandin, perwerde, sendîka, nirx dan bi warê jinan û ciwanan di refên Hizbê û di bernameya tekoşîna xwe de, mêzekirin li ser tawankarî û binpêkirinên rejîma Îranê li warê mafê mirovî û li pêwendî digel girtiyên siyasî de li meydana girîngîdan bi gotara neteweyî û nasnamexwazane li Rojhilatê Kurdistanê de herdu aliyan bi germ û gurî zendê xwe bo xebat û têkoşînê hildan.

Di heyama salên wê qonaxê de, sedan û hezaran kes li naxwe û derveyî Kurdistanê hatin nav refên Demokratê û tevlî xebat û tekoşîna Demokratan bûn. Di vî hayamî de tevî rewşa li jêr bandora jihevveqetiyanê, wan herdu hizban di hejmarek ji platform û hewalbendiyên siyasî ye Kurdistanî û Îranî de jî beşdar û hevkar bûn. Tevî wan hemû rastiyan, qonaxa 15 saleya jihev cudabûn û bihevrenebûnê, bi qonaxeke nexwestî û nesirûştiya dîroka Hizba Demokrat dizanin.

Wane û ceribandinên wê qonaxa dîrokiya Demokratan bo jê fêrbûnê dibe û gelek hevdem girîngin. Di rojek weke îro de ku em dixwazin rûpelek nû li dîroka Hizba Demokrat hildin, bibîranîna hinek tiştan em di cihê xwe de dibînin.

Yekem, bê guman eger Hizba Demokrat bi awayê yekgirtî maba û di wan hemû meydanan de bi yekparçeyî beşdar û amade ba, dê gelek baştir ji derfetên pêşya xwe mifah wergirtiba, destkevtên gelek mezintir di xebat û tekoşîna xwe de dê bi dest xistibana û berdengên Hizba Demokrat û tevgera neteweyî û azadîxwaziyê li Kurdistanê, dê zêdetir ber bi daxwaz û peyamên vê hatibana.

Duyem, Berdewamiya xebat û tekoşîna Demokratan û amadebûna wan li hejmarek ji meydanên ku amajê pê hatne kirin, eger destkevt hebûne, nirxdaneke zêde jî hebûye. Bi dehan kadr, fermande û pêşmerge û têkoşerên aşkira û nihênî di wî hayamî de di pêxema armancên Hizba Demokrat de canê xwe pêşkêş kirin. Hejmarek zêde ji xortên xebatkar ên Demokrat rastî girtîgehan, îşkence, îdam an derbiderî û awarebûnê hatin. Her di wî heyamî de dehan kesên naskirî û têkoşerên kevnar ên nivşa berê ya Demokrat, çûne nava refa nemiran. Hewce ye ku îro bi bîr bînin ku daxwaza tev şehîdan û nemitran di demên dawiya jiyana xwe de yekgirtina Hizba Demokrat bû ku piraniya temenê xwe di nava vê hizbê bihorandibûn.

Sêyem, ceribandina tekoşîna bi cuda ya herdu aliyên Demokrat di vî heyamî de selimandiye ku jihev qetiyan nikare rêyek serkevtî ji bona derbasbûn ji pirsgirêk û arîşên navxweyî be. Ne tenê bi jihevqetiyan û tekoşîna cuda ji hev, belku bi ezimûn wergirtin ji şaşî û kêmasiyên berê, bi rêgirî ji hejmarek diyardeyên nerênî û nexwestî, bi rexnegirtin û vergirtina rexneyan û bi eşkere bêjiya rêberatî û endamên navxweyî yê Hizbê de, bi guherîn û nûjenkirina kultûr, sîstem û şêwaza Hizbatiyê û karên hevpar, bi dana derfet bo jêhatîbûnê, bi afirandina sehkirin a berpirsiyaretî di asta yekgirtîbûn û pesendkiriyan, bi perwerde û barhênana modern a takan bo sazan û rêzgirtin ji curbicurî û cudahiyan, bi afirandina rewşekê ku her takek Hizba Demokrat a xwe bizane, kirîz û pirsgirêkên navxweyî kêm dibin û têne çareserkirin.

Çarem, ew qonaxa tekoşîna cuda ya Demokratan, tevî hemû xisar û destkevtan, bi xalên lawaz û bihêz ve, bi bûyerên xweş û nexweş ve, beşek ji dîroka Hizba Demokrat e. Em wek kesên ku di afirandina vê dîrokê de kêm an zêde beşdar û xwedî bandor bûne, pêka berpirsiyaretiya Hizbî û rol û helwestên xwe di biryardan û pêvajoya bûyeran de li hember dîrok û paşerojê berpirsiyar in. Qebûlkirin bi berpirsiyaretî û qebûlkirina rexne li derheq jihevwqetiyan a Hizba Demokrat de, tevawkerê berpirsiyaretî û bivêriya pêngav hilgirtina bê westiyan bo yekgirtina Hizba Demokrat e. Bi gotinek din, sipartina Hizba Demokrat a yekgirtî bi nifşên bê, parek ji erk û berpirsayetiya îroe me ya û kite karek e ku em dikarin xisara xemsarî û şaşî û pevnekirina derbasbûyî heta astekê pê tejî bikin. Vergirtina wan berpirsayetiyan hewceye e û divê bibe handerê birêvebirina Hizba Yekgirtî ya Demokrat û tev têkoşer û endamên Hizbê ku bi sehkirinek zêde ya berpirsayetiyê, parêzvanî ji destkevtên yekgirtinê bi taybet yekitiya Hizba Demokrat bikin.

Endamên malbata mezina Demokrat!

Rêkxistin û kesayetiyên azadîxwazên Kurdistanî û Îranî!

Xelkê Demokratperwer yê Rojhilatê Kurdistanê!

Ji îro pêve dawî bi xebata cuda ya herdu aliyên Demokratê tê. Rêkxistin û organên saziyên herdu aliyên Hizba Demokrat di Kurdistan û derveyî welat de pêka rêkketina herdu aliyan û rêkarên diyarîkirî û li jêr rênwênî û çavdêriya rêberatiyek hevpar de, li jêr navê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, hev digrin û xebat û tekoşîna xwe didomînin.

Di vê hilkefta dîrokî de, di hember newestiyan û tekesiya xelkê Kurdistanê li derheq hewcehiya yekgirtina Hizba hezkirî ya xwe, anku Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê em serê xwe ditevînin. Bi emegnasî ve em mêzeyî hewlên dilsozane û xaziyarên yekgirtinê di heyama salên derbasbûyî de, çi li nav malbata mezin a Demokrat û çi li derveyêî vê hizbê dikin. Em bi germî spas û destxweşiyê li heyetên herdu aliyên Demokratê dikin ku pêwajoya danûstandin û rêkkevtinê bi awayekî serkevtî gihandine encamê.

Em baş dizanin ku yekgirtina Demokrat yek ji daxwaziyên berheq û hivya xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi giştî û malbatên şehîdan, girtiyên siyasî û têkoşer û endamên Hizba Demokrat bi taybetî ye. Bi boneya gihîştin bi vê daxwaziyê, em pîrozbahiya herî germ pêşkêşî wan dikin. Em wan alxeyîn dikin ku xemxwerî û hestiyarbûna wan di asta pirsa yekgirtinê de, berpirsyaretî û erkê me bona parastina vê destkevta mezin, girantir dike.

Ti gumanek di vê yekê de nine ku, yekgirtina Hizba Demokrat, dibe sedema qonaxek nû ji xebata vê hizbê bi dijî rejîma Komara Îslamiya Îranê û bi dijî her cure hizreke navendgera ya çendîn neteweyîbûna Îranê û mafên netewî yên pêkhateyên cuda yên Îranê red bike. Yêkgirtina Hizba demokrat hander û rêxweşker dibe bo vê ku tevgera netewî li Rojhilatê Kurdistanê bibe bi hêzeke xwedî bandor bi awayekê ku li seranserî Îranê her guherînek hebe, hesabek taybet bo bê kirin. Ew yekgirtin dibe piştevan bo parastin û bihêzbûna pirensîpên dîrokî û girînge Hizbê. Bi alxeyînî ve ew bûyera pîroz di rojhilatê Kurdistanê de dibe sedema geşekirina tevgera neteweyî û azadîxawziyê. Xistina serheve ev hemû sermayeya mirovî û me`inewî, piştqahîmî bi cih û pêgeh û hitbar û heskiriya bê mînak a Partiya Demokrat li nav xelkê Kurdistanê de, û dilgerim bi dersvergirtin û hişyarî û ezmûna dewlemend a fire rehendiya rêberatî, kadr û tev têkoşerên Demokrat, dê derfetên nû bo Hizba Demokrat biafirîne.

Çavnhêrî û hêviya me ev e ku yekgirtina Hizba Demokrat, bibe sedema hêvî û dilgermiya zêdetir a qat û texên cuda yên xelkê Kurdistanê bo piştevanîkirin ji Hizba Demokrat û xebata li pêxema rizgariya netewiya wan, bi rêberatiya Hizba Demokrat.

Gazî û daxwaza me di vê hilkeftê de bo rêkxinên siyasî yên xebatkarên Kurdistan û Îranê, kom û ciwat û girûp û navendên medenî û azadîxwazan li navxwe û derveyî welat ew e ku: Rewşa siyasya îro ye Îranê û rawestan û berxwedana bê mînak a xelkê bêzarbûyî yê Îranê li hember rejîma Komara Îslamî de, bila handera wan be bo yekgirtin û qahîmkirina refên wan, hander be bo hevkarî û xebata hevpar. Hizba Demokrat ji vir şûnda bi destek vekirîtir ve bo gihîştin û cîbicîkirina armanc û projeyên neteweyî û xebatkaraneye xwe, yek ji wan hewcehiya pêkanîna hevxebatî û hevpeymanî di navbera rêkxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, û xwe amadekirin bo rûberûbûn digel guherînên çavnihêrîkirî, dê pêngavan bihavêje.

Silavên wefadarî û emegnasî bo riha paqije şehîdan û nemirên dîroka 77 saliya Hizba Demokrat, bi taybet 3 rêberên şehîd ên Demokratê Pêşewa Qazî Mihemedî, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî.

Yekgirtina Hizba Demokrat li civatên xelkê Kurdistanê û li hemû têkoşeran, endam û dilsozên Hizba demokrat pîroz be.

Hizba Demokrat a Kurdistanê

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê