Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê rêkxiravên siyasî yên Opozîsiyona rejîma Îranê peyama pîrozbahiyê bo Hizba Demokrat şandin

17:32 - 24 Tebax 2022

Roja Sêşemî 1ê Xermananê, sê rêkxiravên siyasî yên Opozîsiyona rejîma Îranê “Kongireya neteweyên Îrana Federal, Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê û Yekîtî bo Azadî û wekhevî li Îranê” di peyamekê de tevî pîrozbahiya hevgirtina dubare ya Hizba Demokrat, tekez kirine ku ev yeka, dê yek girtina aliyên li dijî rejîma Îranê bihêztir bike.

Deqa peyamê wiha ye:

Yekgirtina dubare ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bihêztirkirina xebata hevpar a me ye

Hevalên rêzdar ên yekgirtî li Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Yekgirtina dubare ya vê Hizba dîrokî li hemû xebatkarên mafên netewî-demokratîk ê gelê Kurd û tev endam û rêberatiya nû ya vê Hizba yekgirtî pîroz dikin ku tevî hemû dijwarî û lemperan, bo bi encamgihandina vê, hewlên bê rawestan ên cihê rêzê û dilsozane û bivêrane dabûn, ji dil ve pîroz dikin.

Yekgirtina dubareya ve da xuya ku, pêbendbûn bi nirxên dîrokî û herwisa bi girîngtirzanina berjewendiyên tevgera xebat bo gihîştin bi armancên demokratîk û dadperweraneya Hizba ve rola bingehîn heye.

Ew yeka her di roja piştî ji hevqetiyana refan ve ku di jiyana her Hizbekê de diqewime, bi pêdagiriya bê westiyan ji herdu aliyan ve dihate dîtin. Hewlên herdu aliyên Hizba Demokrat bi cuda ji hev bo gihîştin bi armancên dîrokî yên vê ne tenê nesekinîn, belku ji herdu aliyan ve pêka xwe xebat û çalakiyên xwe domandin. ji aliyek hevrêtî û nêzîkbûn li tevgerên din ên netewî û ji aliyê din digel hêzên azadîxwaz, demokrat û çep li seranserê Îranê ku ji dil ve bo azadî û demokrasiyê digel dabînkirina mafên demokratîk û dadperweraneya neteweyên Îranê di pêwendiyek demokratîk û ploralîstî de ne, rewşek afirand ku hevpeymanî, yekîtî û yekgirtin a di navbera wan de çêkir.

Rola Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di avakirina Kongireya Neteweyên Îrana Federal û rola Hizba Demokrat a Kurdistanê di avakirina Şêwireya Demokrasîxwazên Îranê de bi ti awayek nayê înkarkirin.

Beşdariya çalakaneya herdu aliyên Hizba Demokrat di avakirina hevpeymaniya “Yekîtî bo Azadî û Wekhevî li Îranê” û darîştina platformên vê, nîşanek din ji îradeya du aliyan bo rêxweşkirina zêdetir di warên hevkarî û hevrêtiya hevpar de tê hesabkirin.

Îro ew proseya gihîşt bi encamê û em bi kêfxweşiyek gelek zêde, yekgirtina herdu aliyên Hizbê dibînin û ji vê yekê ku me rolek her çend piçûk be jî di bihêztirkirina vê yekgirtinê de hebe, şanaziyê dikin lê bi bîr tînin ku hewl û îradeya du alî bo serkevtin bi ser dûrkevtina û yekîtiya dubare, sedema pîroz a vê yekgirtinê ye, em hevrêyên ve yên di wan sê rêkxiravan de li ser wê baweriyê ne ku yekgirtina ve, ne tenê îradeya hevpara me bo gihîştin bi armancên hevpar û ragihandî, du hember zêde dike, belku bi berçavgirtina rol û pêgeha Hizba ve û herwisa tevgera netewî-demokratîk li Kurdistana Îranê rûpelek nû li xebata hevpar û hevkariyên hertimî di xebata xelkê Îranê bo rizgarbûn ji hikûmeta zordariaya Komara Îslamî û gihîştin bi azadî û demokrasiyê vedike ku encama vê berfirehtirbûna hewldan û xebata hevpar û serkevtinên zêdetir di komkirina hemû hêzên xwedî bawerî bi mijarên wek Komarî, demokrasî, federalîzm û cudatiya dîn û dewletê di platformeke hevpar de be. Em carek din yekgirtina dubare ya refên her du aliyên Hizba Demokrat pîroz dikin.

Kongireya neteweyên Îrana Federal

Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê

Yekîtî bo Azadî û Wekhevî li Îranê

23`ê Tebaxa sala 2022`an