Kuştina Zewahirî li Kabola payîtexta Efxanistanê, ji aliyê Amerîkayê ve, bertekên cuda bi dû xwe de anîn.
Roja 2`ê Tebaxa 2022`an, piştî belavbûna nûçeya kuştina Eymen El-Zewahirî, serokê girûpa terorîstiye Elqaîdê, li Efxanistanê de, Antonî Bilînken wezîrê derve yê Amerîka ragihand ku Taliban soz û peyman ji Amerîkayê re dabû, şikand û rêkevtinnama Dohê binpêkiribû û rê dabû Zewahirî û Elqaîdê, ku li bin sîber û hingilê wan de bijîn. Herwisa wezîrê derve yê Amerîkayê, Taliban bi alîkariya Elqaîdê sûçdar kir.
Piştî kuştina Zewahirî ji aliyê Amerîkayê ve, zaf alî û welatan bertek nîşan dan û piraniya serkirdên welatan, spasiya Amerîka kirin ku terorîstekî metirsîdar kuştiye.
Erebistana Seûdî û piraniya welatên Erebî, û Turkiye ji welatên herêma Rojhilata Navîn, û piraniya welatên Ewropayî kuştina Zewahirî bi erênî zanîn.
Di devedevê yêk saliya wegeryana Taliban bo ser desthilatê li Efxanistanê de ku bi çira kesk û rizamendiya Amerîka bû, rêberê girûpa terorîstiye Elqaîdê li Kabola Efxanistanê de bû armanca êrîşeke esmanî ya Pehpadên Amerîka û di mala xwe de kevte ber mûşekê û hate kuştin.