Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya malbatên serbilind yên şehîdan li bajarê Şinoyê bi hilkefta hevkgirtina herdu aliyên Hizba Demokrat

19:09 - 24 Tebax 2022

Malbatên serbilind yên şehîdan li bajarê Şinoyê bi hilkefta yekgirtina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Hizba Demokrat a Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kirin.

Di peyamê de hatiye, pisporên warê mirovî gotine, têgihîştin bi wateya dadperweriyê ye. Binyata têgihîştinê agahî ye. Di hizra Kurdî de binyata pêgihîştin li ser têgihîştinê ye wate ewên ku tê nagihîjin bê şik pênagîjin. Hizba Demokrat her di binyatê vê hewl û tekoşîna xwe de bo ber bi agahî û bilindkirina asta têgihîştina gelê Kurd bi kar xistiye û bilindkirina asta agahiya xelkê xwe bişeref yê Kurd, wek erkekê pila yekem girtiye stûyê xwe. Rêberên şehîd ên vê Hizbê di binyatê de şehîdên cangorî yên binyata agahî û têgihîştinê ne.

Hizirên cuda eger ji dîtingeha agahiyê ve mêze bikin, berhema têgihîştinê cuda ye. Têgihîştina cuda jî bestêna geşe û zêdekirina nasîn û me`irifeyê û asta agahiyê ye. Ev delîveya hizra cuda gef nîne belkû derfeteke bi wec bo vê yekê ye ku ji pileyên agehiya netewî bo astek bilindtir pêngavan hilgirin. Ev yeka di vê navberê de dikare bibe gef, neselimandin û qebûlnekirina hizrên cuda ye.

Pêngava pîroz ya hevgirtina herdu baskên bi hêz û rengîn ên Hizba Demokrat, asta herî bilind a jixwederbasbûn, bivêrî û geşeya nasîna vê Hizbê tê hesabkirin û mizgînîderê paşerojek geş e. Ew wekhevî û yekgirtina bê guman dirêşa nav çavê dujminan û berçavrohniya çavên dostên Hizbê ye. Di cudahî û ji hevdûrketinê de berî hemû kesekê, malbatên bi şan û rêzdarên şehîdên me li warê hundirî ve xisar pê dikeve.