Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê

19:11 - 24 Tebax 2022

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi şandina peyamekê bo Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pîrozbahiya yekgirtina herdu aliyên Demokratan kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Birayê xebatkar Mistefa Hicrî berpirsê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistan Îranê,

Endamên serkirdayetî yên HDKÎ,

Ji bo yekrêzî û yekîtiya herdu partiyên we PDKÎ û HDKÎ ya ku li cem tevahiya gelê Kurdistanê bû cihê kêfxweşiyê, em kêfxweş in bi navê Komîteya Nawendî ya Partiya me Partiya Demokrat a Kurd li Sûriya (PARTÎ) ciwantirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we, kadr, endam û pêşmergeyên qehreman dikin.

Berêzan yekîtiya we baştirîn wefadariye bo şehîdên Kurdistan û serwerên wan Pêşewa Qadî Mihemed, Dr. Abdulrehman Qasimlo û Dr. Se`îd Şerfkendî.

Bêguman yekîtiya HDKÎ ku 16.08.1945`an li bajarê Mehabad hatibû Damezirandin îro careke din yekîtiya xwe diparêze û dilê gelê Kurd bi hêvî xweş dike, bi hêviya ku rê li ber Partiyên din yên Tevgera Kurd li beşên din yê Kurdistanê veke û tevde bidin ser rêça yekîtiyê.

Berêzan baweriya me bi we xurte, ku hûnê bi hev re rêça Şehîdan bi hêza Pêşmergeyên qehreman berdewam bikin. Ew rêbaza pîroz ya Pêşewa Qadî Mihemed, Dr. Abdulrehman Qasimlo û Dr. Se`îd Şerefkendî şopa xebata we be.

Em bi navê Komîteya Nawendî û sekreterê me yê xebatkar Nessredîn Îbrahîm, ji tevahiya endamên Partiya ve û tevahiya kadr û endamên we û hêza Pêşmergeyên Kurdistan bi dil û can pîrozbahiyê dibêjin û serkevtinê ji karê we re dixwazin..

Silavên biratî

Qamişlo 23.08.2022                                           

Komîta Nawendî ya                 

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê

(PARTÎ)