Komîteya Cîbicîkar ya Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê, bi hilkefta yek girtina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê peyama pîrozbahiyê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Birayên hêja
Rêzdar Mistefa Hicrî Rêzdar Xalid Ezîzî
Xwîşk û birayên hêja yên serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komîteya Cîbicîkar ya Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê bi hilkefta yekgirtina refên Partiya we germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û kadro û Pêşmerge û endamên partiya we ya têkoşer " Partiya Komara Kurdistan" û tevahiya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dike.
Ev pêngava mezin asoyên berfireh vedike ji bo avakirina eniyeke berfireh a demokratîk ku hemû partî û rêxistinên Kurdistanî di nav xwe de dihewîne û dibe alîkar ku hemû hewlên rûbirûbûna rejîma meleyan li Tehranê û bidestxistina mafên rewa yên netewî yên gelê Kurd.
Ev pêngava we dilê Miletê me xweş kir.
Em di Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê de, vê pêngavê bi cesareteke mezin dinirxînin û dilê gelê me germ kir, ji ber ku hemû aliyên Kurdî dikarin jê sûdê werbigirin, weke ezmûneke serkeftî ji bo yekrêziya gelê Kurd û tevgera we ya siyasî dinirxînin, baweriya gelê me bi tevgera xwe ya siyasî vedigerîne û parçebûna nava refên xwe bi dawî dike.
Em spasiya hewlên mezin yên herdu birayên têkoşer Xalid Ezîzî û Mistefa Hicrî û serkirdatiya herdu partiyên bira dikin ji bo cîbicîkirina vê pêngava wêrek.
Em careke din pîrozbahî û piştevaniya xwe ji bo we û pêngava we ya yekrêzî dubare dikin û hêviya pêşkeftin û serkeftinên zêdetir ji bo we bicihanîna erkên we yên netewî û tekoşîna hêja de dixwazin.
Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê
Desteya Cîbicîkar
Qamişlo 23.08.2022