Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi hilkefta yekgirtina herdu aliyên Demokratan

11:08 - 25 Tebax 2022

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd ya li Sûriyê bi hilkefta yekgirtina herdu aliyên Demokratan peyama pîrozbahiyê şand.

Deqa peyamê wiha:

#Pîrozname

Bona:

Berêz Mistefa Hicrî…

Berêz Xalid Ezîzî…

Endamên serkirde, heval û hogirên herdu baskên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê…

Silav û rêz…

Serkeftina diyalog û gotûbêjên we, li ser reya rêkeftinên bona cîbecîkirina yekrêziya xebat û têkoşîna Hizba Demokrat li kurdistana Îran û li derve, pêngaveke dîrokî, ciyê şahî û dilxweşiya gelê kurd û hemî azadîxwaz û demokrathezan bû.

Em bi dil û can we hemiyan pîroz dikin, hêvî û bawerî li cî ne ku, hûn dê her û her, li ser reya xebata dadmend û rewa, li beramber nijadperestî û stemkariyê bin, ji bo pêkanîna Aştî, Azadî û Wekheviyê.

Nivîsgeha rêzanî ya

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Qamişlo 24`ê Tebaxa 2022`an.