Têkoşerên Demokrat yên li bajarê Serdeştê bi danîna axabanî û logoya Partiya Demokrat û alaya pîroz ya pêşmerge û belavkirina şerbet û şîrîniyan cejna yekgirtinê pîroz kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Em endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Serdeştê, bi hilkefta yekgirtina herdu aliyên Demokratan, wê pêngavê ji tev xelkê nîştimanperwer yên Rojhilatê Kurdistanê, tev gelê Kurd, kadr, pêşmerge, malbatên serbilind yên şehîdan û girtiyên siyasî û endamên navxwe, pîrozbahiyê dibêjin.
Em hêvîdarin ev yekgritina ku mizgîniya ku li roja 30`ê Gelawêjê ji koma xelkê Rojhilatê Kurdistanê re hat ragihandin, dost şad kirin û derbeyek kûr li dijmin xist û herwisa hêvîdarin ev gihîştina bi encamê bibe hevîna tev armancên pîroz û tebayî û yekgirtin bo hemû gelê Kurd.
Endam û alîgirên Partiya Demokrat li bajarê Serdeştê
2`ê Xermanana 1401`an