Partiya Yekgirtûya Îslamî a Kurdsitanê, bi hilkefta yekgirtina herdu aliyên Demokratan peyama pîrozbahiyê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Rêzdar Mistefa Hicrî
Rêzdar Xalid Ezîzî
Silav û rêz
Pêngava yekgirtina herdu aliyan, “HDK û HDKΔ û rola we rêzdaran û hevkarên serkirdayetiya herdu aliyên we bilind dinrxînin û hêvîdarin berdewam bin li dilxweşkirina xemxar û dilsoziya gel û nîştiman de.
Serkevtî bin di rêkxistina şiyana xwe bo rojeke baştir û pêşerojerke geştir.
Em di Yekgirtûya Îslamî a Kurdsitanê de, li dîtingeha helwesta neteweyî û aştîxazane ya xwe de, her li destpêka vê jihev veqetiyanê de di hewldanan de bûn û herwisa hêvîdarbûn ku ew rewşa han demdirêj nebe û dawî pê bê.
Her ji ber vê yekê ye ku, ev hêviya gihîştiye bi encamê û we yekgirtin ragihadin, ji aliyê me ve spas û pîrozbahiyê ji we ra dibêjin û dixwazin bihevre zêdetirîn destkevt bidestve bînin û xebata mafxwazî ya we berdewam be û di hemen demê de vê destkevtê ji paşekêşî û dilsarbûnê biparêzin û biresimînin bo pîlaneke serdemiyane ya heqîqetê û aştiyane bona dabînkirina mafê rewa yê gelê Kurdistanê Rojhilatê.
Careke din pîroz be û her şad bin
Birayê we Selahrdîn Mihemed Behadîn
Emîndarê Giştî yê Yegirtûya Îslamî a Kurdistanê
23`ê Tebaxa 2022`an