Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enistîtûya Kurd li Waşîngtonê yekgirtina herdu aliyên Demokratan pîroz kir

17:14 - 25 Tebax 2022

Enistîtûya Kurd li Waşîngtonê bi hilkefta yekgirtina refên Hizba Demokratê peyama pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdaran:

Mistefa Hicrî

Xalid Ezîzî

Endamên Deftera Siyasî û Serkirdayetî

Endam û alîgirên Hizbê

Malbatên serbilind yên şehîdan, girtiyên siyasî û xelkê nîştimanperwer yên Rojhilatê Kurdistanê

Di pêngavek dîrokî û hev armanc digel daxwaziya hertimî ya gelê Kurdistanê de, nûçeya yekgirtina herdu aliyên Hizba Demokrat a Kurdistanê, weke ragihandina têkoşîneke nû ji şîpeleke nû ya guherînkariyên deverê gihîşte me.

Her bi vê hilkeftê weke Enistîtûya Kurd li Waşîngtonê, gihîştina bi encamê, ya wê pêngava dîrokî, ji hemû serkirdayetî, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û malbatên serbilind yên şehîdan, girtiyên siyasî û xelkê nîştimaperwer yên Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin.