Bi boneya yekgirtina refên navmala mezin ya Demokratan, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li çendîn bajar û deverên Kurdistana Rojhilatê bi bilindkirina alaya Kurdistan û logoya Hizba Demokratê û belavkirina şirînî û teqeya xweşiyê, keyfxweşiya xwe nîşan dan.
Piştî yekgirtina Hizba Demokrat tevî hebûa rewşek ewlehî û leşkerî, di nava bajarê “Seqiz”ê pêşmergên bajarê Seqizê herdu alayên Kurdistanê li menbe`a avê ya “Hacîava” û ser girên “Daye Melî`a” li bajaroka “Gulan” bilindkirin û dilê xelkê şad kirin .
Herwisa pêşmergên Bajar li bajarê “Seqiz”ê digel bilindkirina alaya Kurdistanê peyamek pêşkeşî Hizb û xelkê kirin.
Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li gundê “Girdiwan” yê girêdayî devera “Mirgewer” ya ser bi bajarê “Urmiyê” bi boneya yekgirtina refên Hizba Demokrat bi bilindkirina alaya Kurdistanê û logoya Hizbê, weke hemû xemxwarên pirisa yekgirtina Demokratan dilgermî û keyfxweşiya xwe nîşandan û ragihandin ku ev yekgirtina me, ji vergirtina mafên gelê Kurd yên zewit kirî nêzîktir dike.
Endamên têkoşer yên Hizba Demokrat, li bajarê “Pîranşar”ê li gundê “Gezgezik”yê girêdayî wî bajarî bi boneya yekgirtina navmala mezin a Demokratan çalakiyên banghêjiyî lidarxistin û herwisa li nav bajarê “Pîranşar”ê dilsozên Hizbê bi teqeya xweşiyê ew boneya cejin girtin.
Li bajarê “Banê” rêvîngên rêya azadî û rizgariya Kurdistanê, bi nîşandana alaya Kurdistanê û logoya Hizbê, axabanî, gul û şîrîniyan, yekgirtina refên Hizba Demokrat pîroz kirin.