Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fox News: “Hizbullah çalakiyên xwe li Amerîkaya Latîn de berfirehtir dike”

12:46 - 3 Tebax 2022

Kanala televîzyonî ya “Fox News” a Amerîkayê di raporekê de belav kiriye ku Hizbullahê heta nêzî sînorê Amerîkayê derz kiriye.

Pêka rapora “Fox News”ê Hizbullah ku girûpeke terorîstî û girêdayî bi rejîma Îslamiya Îranê ye û Amerîka û Yekîtiya Ewropa jî vê girûpê bi girûpeke terorsîtî nas kirine, çalakiyên xwe li Amerîkaya Latîn de berfirehtir kirine û heta bakûrê Mekzîkê nêzî sînorê Amerîkayê jî derz kirine.

Herwisa vê televîzyona Amerîkayê belav kiriye: “Ew rêkxirava Lubnanî di heyama dehikekê de digel Kartelên madeyên hişber li seranserê Amerîkaya Latîn, pêwendî hebûye û niha di Mekzîkê de ye”.

Wezareta Dad a Amerîkayê mehek berî niha belav kiribû ku, daxwaza redestkirina bajarvanê berê yê bajarê “Agîliya” û birêveberê kartelên hişber li “Mîçoakan” a Mekzîkê, “Adalberto Fructuoso Comparan-Rodriguez”(Komparan Rodrîgêz) kiriye û navbirî bi pêka belgeyan, digel kesekî ku gumana pêwendî digel Hizbullahê heye, xwestine 500 kîlo madeya hişber a “Mêta Mêftamîn” ji Mekzîkê bo Îyaleta Tekzas a Amerîkayê veguhazin.

“Komparan Rodrîgêz” di sala 2021an de ji aliyê polîsê “Goatêmal”yê ve hate girtin û rê ji belavbûna madeya hişber hatiye girtin lê di vê dosyeyê de tê dîtin ku Hizbullahê di Amerîkaya Latîn de gelek derz kiriye û ev yek gef li ser ewlehiya Amerîkayê ye.

Hizbullah tevî zêdekirina çalakiriyê xwe li Vênêzoêlayê çalakiyên xwe li devera sê sînor a di navbera “Arjantîn, Birêzîl û Paragoa”yê ji berê zêdetir kiriye û berî jî di vê deverê de derz kiribû.

Dahata bingehîn a Hizbullahê alîkariyên Îranê û ticareta madên hişber e.