Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya Alî Cahit Kirac bi hilkefta yekgirtina herdu aliyên Demokratan

12:18 - 26 Tebax 2022

Alî Cahit Kirac bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina PDKÎ û yekgirtina herdu aliyên Demokratan peyama pîrozbahiyê şand.

Damezirandina PDK—ÎRANê û Yekîtîya herdu PDK û PDKÎ Pîroz be.

Salvegera Damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistan — Îran ê û Yekîtî Herdu Demokratan Pîroz Be.

Ez, li ser navê Malpera: P D K — XOYBÛN ê û li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistan — Xoybûn (P D K — XOYBÛN) ê, roja damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistan a Rojhilat ê pîroz dikim. Şehîdên destpêka Şoreşa PDK ê, wekêe her tekoşer û şehîdên Kurdistanê, nemire li dilê meda dijî. Şehîdên Kurdistanê, yên beriya vê demê û yên hetanî îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê bûye, hemûyan, şermezar dikim...

Partiya Demokrat a Kurdistan — Îran (P D K — ÎRAN) roja 16`ê Tebaxa 1945`an li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê hat damezirandin, damezirênerê wê jî Pêşewa Qazî Mihemed bû ku Komara Kurdistanê li Mehabadê jî damezirand.

Berê Şanzdeh salan, bi navê Partiya Demokrat a Kurdistan û navê Partiya Demokrat a Kurdistan — Îran ê bû, ango P D K bibû, du partî...

Kurdistaniyên hêja!

Li 21ê Tebaxa 2022`an de herdu P D K û PDKÎ, dîsa bûn bi yek P D KÎ, yekîtîya wan li Neteweya Kurd pîroz be.

Di daxuyaniyeke hevbeş de, herdu partiyên ku berî 16 salan ji hev cuda bûbûn, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) îro yekîtiya xwe ragihandin.

Daxuyanî:

Li 21ê Tebaxê 2022`an de bi merasimeke bi rûmet ku bi sedan kadro, Pêşmerge û kesayetiyên siyasî yên dêrîn ên Partiya Demokrat tê de beşdar bûn, herdu partiyên têkoşer ên gelê Rojhilatê Kurdistanê bûn yek.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îro dawî li têkoşîna bi cudahî tê û herdu aliyên demikrat bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, berdewamiyê didin xebata xwe.”

Di daxuyaniyê de hat jî, “Bêguman yekîtiya partiyên demokrat, dibe destpêka qonaxeke nû ya xebata vê partiyê.”

...

Ez, li ser navê Malpera; P D K — XOYBÛN ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybûn (P D K — XOYBÛN) ê, Yekîtîya Partiya Demokrat a Kurdistan — Îran (P D K — ÎRAN)ê û Partiya Demokrat a Kurdistan ya di 21ê Tebaxê 2022`an de, pîroz dikim. Ez hêvîme yekîtîya wan heta hetayê berdewam be û ji boy Kurd û Kurdistanê xebatên Kurdistanî bikin...

Kurdistanîyên Hêja !

Partiya Demokrat a Kurdistan a Rojhilat di 25'ê Gelawêja 1945'an li Mehabadê wek PDK a yekem hat damezrandin. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan a Rojhilat yê yekem Qazî Mihemed bû. Li rasti de ew partî cenişîna

Komeley Jiyanewey Kurd an (KJ K) bû ku sê sal berî hatbû damezrandin. Agahdariyên berfireh, li jêre.

Ez hêvîme, Partiyên Kurdistanê, bi taybetî, yên bi navê PDK ê bihevra û paşê jî, bi hemû partiyên Kurdistanî ra, hevkarî û yekîtîyê pêk bîne. Roj, roja, yêkîtîyê ye!... Roj, roja, Biratiyê ye!... Roj, roja, Serxwabuna Kurdistanê ye!... Roj, roja, azadiya Kurdistanê ye!...

Li Rojhilatê Kurdistanê, di sala 1945`an da, Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK), ji aliyê tekoşerên Kurdan ve, hat damezirandin.

Salvegera demezirandina, Partiya Demokrat a Kurdistan a Rojhilat , Li Neteweya Kurd û Li gelên Kurdistan ê pîroz be.

Birayê we: Alî Cahît Kiraç