Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê di komkujiya Dariyayê de rol hebûne

12:27 - 26 Tebax 2022

Pêka lêkolîneke girûpî ya lêkolerên Sûriyê, rejîma Îranê û Hizbullah a Lubnanê di komkujiya Dariya ku zêdetir ji 700 kesên sivîl canê xwe ji dest dabûn, rol hebûne.

Pêka rapora lêkolerên Sûriyê û kesên bi regez Sûrî ku bi hevkariya Girûpa “Konsersiyoma Sûrî-Birîtanî” raporek amade kirine û di rojnameya “The Guardian” de belav kirine, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê û Hizbullah a Lubnanê di komkujiya 10 salan berî niha ya di “Dariya” ya Sûriyê de rol hebûne.

Li gor vê raporê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê û Hizbullah a Lubnanê ku ji yonîform, nîşandek û çekên wan ve hatine naskirin û herwisa şahidan gotine ku hêzên rejîma Îranê bi zinameke din bilî erebî axivîne û kinc û nîşaneyên wan cuda bûne û hêzên Hizbullaha Lubnanê jî bi Erebiya Lubnanî axivîne.

Herwisa  di vê raporê de hatiye ku, zêdetir ji 700 kes di encama êrîşa 10 salan a berî niha ya hêzên ser bi Beşar Esed û hevpeymanên vê rejîmê di “Dariya” di derdora bajarê Demişqê de hatine kuştin.

Rejîma Îranê û hêzên din ên girêdayê rejîma Îranê di serkuta xelkê Sûriyê de alîkariya rejîma Beşar Esed kiribûn ku heta niha jî ew piştevanî û hevkarî berdewam in.