Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Dr.Cebar Qadir bi hilkefta yekgirtina herdu aliyên Demokratan

13:07 - 26 Tebax 2022

Dr.Cebar Qadir mamosteyê zanîngehê, bi hilkefta yekgirtina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê  û Partiya Demokrat a Kurdsitanê peyama pîrozbahiyê belav kir.

Dr. “Cebar Qadir” di vê peyamê de, bi hilkefta yekgirtina herdu aliyên Demokratan dilxweşiya xwe nîşan da û ragihand: “Ez pir dilxweş im bi yekgirtina herdu aliyên Partiya Demokat û hêvîdar im ev yek bibe xala guherînkariyan di tevgra Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û encamên erênî yên vê li ser tev perçeyên din yên Kudistanê bandor bike û tev partiyên perçe bûyî, wek we bikin.”