Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Mehabadê pêşmergeyên Bajar peyama pîrozbahiyê belav kirin

13:33 - 26 Tebax 2022

Pêşmergeyên Bajar li bajarê Mehabadê bi hilkefta cejna yekgirtina rêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Demorkat a Kurdistanê, peyama pîrozbahiyê belav kirin.

Deqa peyamê wiha ye:

Du Bazên esman yên şîn yên Rojhilatê

Du çirayên geş û ronahî yên Rojhilat

Yekgirtina we mizgînî e bo welat

Yekgirtina we mizgîniyeke bo rizgariyê

Termê xwînavî yên şehîdên xebatê

Dayîka dil bixwîna şehîdên welat

Çavnhêrî serkevtin û yekgirtinê ne

Çavnhêrî rizgarî û mafê vergirtinê ne

Em pêşmergeyên nav bajarê Mehabadê bi hilkefta wê cejna mezin ku di rastiyê de xelkê Rojhilat, çavnhêrî wê nûçeya dilxweş bûn, em pîrozbahiya xwe pêşkêşî malbatên serbilind yên şehîdan, malbatên girtiyên xweragir yên siyasî û tev alîgirên Partiya Demokrat û malbata mezin ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dikin.

Hêvîdarin ev yekgirtina  û yekrêziya di nav mala Kurd û Demokrat de, bibe hevîna bihêzbûn û şiyanê bona li gij dagîkerên Kurdistanê û xwefiroşan ve herin û herwisa amadehiya xwe bona birê ve birina her core çalakiyekê nîşan didin.