Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên gundê “Kanîreş” ser bi bajarê Bokanê peyameke pîrozbahiyê belav kirin

11:49 - 27 Tebax 2022

Ciwanên gundê “Kanîreş”a girêdayî bajarê Bokanê, bi hilkefta hevgirtina refên Hizba Demokrat, peyameke pîrozbahiyê rû bi gelê Kurdistan û Hizba Demokrat belav kirin.

Di peyama wan ciwanan de wiha hatiye:

Bi navê Azadiyê

“Wekhevî û yekgirtin, remza serkevtina me ye”

Ew heyama çendîn salan bû ku jihevcudabûn li Hizba me ya hezkirî, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de bibû sedema nigeranî û tirsa xelkê Kurdistanê û me hemî rojê hêvî dikir ku ew yek rêbaz û du hizr bibin bi yek û hev bigrin.

Bi keyfxweşiyê ve di meha pîroza Gelawêja îsal de, nûçeya hevgirtinê wek şemalek di nav dilê tarîtî û tepeseria nîştiman de hilbû û ronahî xist nav mala Kurd û hêviyên geşekirinê geş bûn.

Em wek ciwanên gundê “Kanîreş” ê angu gundê şehîdan “Ebû Kanîreşî û Sale Şerîfî” bi hilkefta hevgirtina du aliyên Hizba Demokrat û firîn ber bi bilindahiya esmanê nîştiman, pîrozbahiyê li malbatên pêşmergeyên Hizbê, malbatên serbilind ên şehîdan, girtiyên siyasî û tev civaka Kurdistanê dikin.

Hêvîdar in, ew yekgirtin bibe hevîna aşitî û bihêztirbûnê û ber bi xebatek qahîm li navxweyî axa Kurdistanê de.

Em bawer in ku ev pêngav, pêngavek pîroze  ber bi kupîkêa serkevtinê. Di dawiyê de silav bo pêşmergeyên Hizba Demokrat û hemû xortên bivêr û cangoriyên gel dişînin.