Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li deverên Mirgewer û Tirgewer û derdora bajarê Urmiyê, bi hilkefta yekgirtina herdu aliyên Demokratan peyama pîrozbahiyê şandin.
Deqa peyamê wiha ye:
Rêberan û endamên Deftera Siyasî, Komîteya Navendî, pêşmerge, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, xelkê xwedî şeref ên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, ew yekbûna ji we pîroz be.
Em gelek bextewer in bi yekrêziya Hizba Demokrat û destxweşî û pîrozbahiyê ji wan kesan re dibêjin ku ji bo yekbûna nav mala Kurd bi şev û roj xebitîne, bi taybet pêşmerge û rêvîngên herdu baskên Hizba Demokrat, ku li hember neyarên Kurd û givaşên herêmî ji bo yek negirtina herdu Demokratan bi dil û can rawestan û ev piroseya heta serkevtinê rêberî kirin ku wiha dilsozane û bi erkzanînê bo gelê Kurd, rêbaza rasteqîne ya rêya rêberên nemir, Qazî, Qasimlo û Şerefkendî ku ji bo gelê Rojhilatê eşkere ye berdewam dikin, cejna we pîroz be û ev rêbaza tijî serbilindî berdewam be.
Endam û alîgirên Demorkat a Kurdistana Îranê
Navçeyên Mirgewer û Tirgewer û derdora Urmiyê