Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê di piraniya beşên pizîşkî de nişterger tinîn in

13:09 - 27 Tebax 2022

Serokê Nizam Pizîşkiya rejîma Îranê “Mihemed Reîszade” gotiye ku, di piraniya beşên pizîşkî de pispor û nişterger tinînin û di vê derheqê de hişdarî daye.

Serokê Nizam Pizîşkiya rejîma Îranê “Mihemed Reîszade” tevî hişdarîdan li derheq nebûna bispor û niştergeran di piraniya beşên hestiyar yên pizîşkî de gotiye: “Di çend salên bê de me ti pizîşkek tunabe û nexweş dê neçar bimînin bo çareserkirina nexweşiyên xwe serdana welatên din bikin û çendîn hember pere xerc bikin”.

Navbirî bi tekezî gotiye ku, em dê neçar bimînin wek 40 salan berî niha ji Hindistan, Pakistan û Fîlîpînê pizîşkan bînin.

Herwisa “Mihemed Reîszade” gotiye ku, îsal 18 kursiyên niştergeriya dil hebûne, lê kes xwaziyarê vê nebûye û îsal bi tenê 2 niştergerê beşa zarokan li seranserê Îranê ji zanîngehan derçone.

Nebûna ewlehiya kar, nebûna piştevaniya rejîmê li pizîşk û niştergeran, daketina asta zanistî bi sedema pişkên beşên ewlehî û leşkerî yên rejîmê li kursiyên zanîngehan û bêparbûna kesên bi wec ji zanîngehan, bûne sedem ku rêjeya pispor û niştergeran di beşên hestiyar de kêm bibe.

Pêka amarên rejîmê li sala derbasbûyî de bo her 100 hezar kes li Îranê kêmtir ji 6 pizîşk hebûne û ji sedî 50 pizîşkan li bajarê Tehranê de ne.