Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Muqteda Sedir pêdagîrî li ser hilweşandina Parlemana Îraqê dike

13:07 - 27 Tebax 2022

Pêdagîriya “Muqteda Sedir” li ser hilweşandina Parlemana Îraqê berdewam e û alîgirên rewta Sedir bi domandina kombûnên xwe yên 100an hezar kesî li ber deriyê Parlemana Îraqê li ser daxwazkariya xwe pêdagiriyê dikin.

Bi 100an hezar kes ji alîgirên Muqteda Sedir û yên li dijî destêverdanên rejîma Îranê, li roja Înê bi beşdarbûn li nimêja roja Înê li nêzî devera Kesk a Berxdayê, carek din li ser hilveşandina parlemana Îraqê pêdegirî kirin û carek din ji Dadgeha Federal daxwaz kirin ku Parlemana Îraqê hilweşîne û hilbijartinek nû encam bide.

Herwisa bombek li tenîşta balyozxaneya Ostraliya li Bexdayê teqiya ye û çavdêran gotine ku ew kiryar ji aliyê girûpên çekdar ên ser bi rejîma Îranê ve hatiye encamdan; Lê Berdevkê “Esayîb Ehlê Elheq” yê bi navê “Cewad Telîbawî” bi belavkirina “Twitt”ekê gotiye ku danîna bombeyê karê wan nebûye”.

Nûnerê Muqteda Sedir û pêşnimêjê roja Înê “Mehend El-Mûsewî” carek din îşare bi çalakiyên girûpên ser bi rejîma Îranê kiriye û gotiye: “Rewta Sedir digel partî û rewtên gendel ku ew welata ber bi kawilbûnê ve birine, danûstandinê nakin û tenê bi domandina wê şoreşê em dikarin li hember gendelan serkevtî bin”.