“Kemal Şeref” bi hilkefta yekgirtina rêzên herdu aliyên Demorkatan peyama pîrozbahiyê belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Rêzdar rêberatiya Partiya Demorkat a Kurdistana Îranê
Digel silav û rêzên bê hempa
Ez pir kêfxweş im bi hevgirtina herdu aliyên Demokratan li Rojhilatê Kurdistanê, bi hêviya têkoşîn û xebatê bona bidestveanîna mafê rewa û dest biserde girtî yê gelê Kurd û nîştimana dagîrkirî.
We bi vê yekbûna xwe, hêviya gel û welat bona gihîştin bi armancên neteweyî û rizgarbûna gelê Kurd li di bin zilm û zordariya rejîmên stemkar û dagîrkar zêde kir.
Serkevtî bin
Digel rêz û hormetan
Birayê we Kemal Şeref
25`ê Tebaxa 2022`an