Endam û alîgirên Hizba Demokrat li gundê “Riwar”ê ser bi devera “Hewraman”ê peyameke pîrozbahiyê rû li xelkê Kurdistan û Hizba Demokrat belav kirin
Di vê peyamê de hatiye:
Rêberatiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Tevî silavek gerim û şoreşgerane
Em wek endam û alîgirên Hizba hezkirî ya xwe, Hizba Demokrat, li gundê “Riwar”ê ser bi devera “Hewraman”ê ji dil ve hevgirtina malbata mezin a Demokrat li jêr navê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li hemû endamên rêberatî, kadr û pêşmerge û tev xelkê Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin û hêvîdar in ku hevgirtina Hizba Demokrat, germî û têneke nû li pêxema xebat bo gihîştin bi mafên neteweya me li Rojhilatê Kurdsitanê dest pê bike.
Bêgoman hevgirtina malbata mezin a Demokrat, hêvî û hêzeke nû li nav xelkê mafxwazê Rojhilatê Kurdistanê pêk tîne û bivêrî û hêza têkoşerên Demokrat di navxweyî welat de çendîn hember zêdetir dike.
Di dawiyê de, soz û peyman û emegnasiya xwe di pêxema xwîna şehîdan û armancên bilind ên Hizba hezkirî ya xwe, dubare dikin û bi dil û can amadebûna xwe bo her cure erkek Hizbî radigihînin.
Silav li Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Silav li malbatên serbilind ên şehîdan û girtiyên xweragir ên siyasî
Serbikeve xebata mafxwazane ya neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê
Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistanê Îranê li gundê “Riwar”ê ser bi devera Hewraman