Rêkxirava Cîhanî ya Kurd bi hilkefta hevgirtina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Hizba Demokrat a Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Rêzdaran, birêveberî, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Hizba Demokrat a Kurdistanê.
Ji aliyê Rêkxirava Cîhanî ya Kurd ve, hevgirtin û wekheviya malbata Demokrat li we yên rêzdar pîroz dikin.
Bêgoman hevgirtin li nav mala Kurd, yek ji mercên binyatî ya geşekirin û pêşkevtina tevgera rizgarîxwaziya neteweya me li dijî dagîrkeran û gihîştin bi azadî û serweriya netewî ye.
Hêvîdar in Hizba Demokrat a hevgirtî(Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê) bi pişrastkirin bi ceribandinên berê, bi dîtingeheke hûr a xesarnasiyê li ser sedem û xisarên jihev qetiyanê mêze bike heta di paşerojê de ceribandinek bi wî şêwazî dubare nebe.
Di dawiyê de hêvî dikin ku bi lezgînî, Hizib û rêkxiravên Rojhilatê Kurdistanê di eniyek hevgirtî de li çarçoveya platformek hevpar de hêz û şiyana xwe li dijî Komara Îslamiya Îranê bi kar bînin.
Rêkxirava Cîhaniya Kurd
26`ê Tebaxa sala 2022`an